son dakika

21 ŞUBAT DÜNYA ANA DİL GÜNÜ

Şubat 22, 2016 | by kanal56
21 ŞUBAT DÜNYA ANA DİL GÜNÜ
Güncel
0

Kürdi Der tarafından 21 şubat dünya ana dil günü nedeniyle bir açıklama yapıldı. Ana dilde eğitimin önünün açılması istenilen açıklama Dernek Başkanı Eyüp Uygur tarafından Kürtçe olarak okundu.

Basın açıklamasına katılan milletvekili Besime Koncada bir konuşma yaptı Konca şöyle dedi: “Qedexekirin, zext û zordarîya li ser çand û zimanên qedîm bi awayekî fermî, bi hişekî mêrane û bi tûndîya dewletî hê jî berdewam e. Parastina çand û zimanên cîhanê peywira her mirovî ye, parastina çand û zimanên cîhanê ji bo mirovahîyê armanceke ehlaqî û pîroz e! Gelên têkoşer li hemberî vê zilm û zordarîyê parastina zimanê xwe yê zikmakî dikin û li ber xwe didin! Hezar silav ji wan têkoşeran re ku ji bo armanceke wiha canê xwe dane, canê xwe didin û têdikoşin. Hezar silav ji wan gîyanan re ku di vî warî de hêvîyên deshilatdaran di qirika wan de hiştine û doza civakeke xwedî ehlaq û polîtîk, doza azadîya zimanê xwe yê zikmakî kirine!

Rayedarên dewleta Tirk û hikûmeta AKPê li gorî pergala kapîtalîzma hovane tevdigerin ku kapîtalîzma hovane dijminê çand û zimanên cuda ye. Ti şik û guman jê nîn e ku îro kapîtalîzma hovane bi saya hikûmeta AKPê digihîje armanca xwe ya dagirkerîyê. Ên ku dibin qatilê ziman û çandan di heman demî de dibin qatilê mirovahîyê jî. Divê baş bê zanîn ku di vî warî de dewleta Tirk û hikûmeta AKPê li hemberî çand û zimanên wekî Kurdî, Erebî, Suryanî, Lazî û çandên din qetlî’ameke hovane pêk tînin! Ev hikûmeta xwînxwar çawa qatilê beden û ruhê zarokan be, ev hikûmeta bêxurr çawa qatilê sivîlên di binolîyan de be ‘eyn wiha qatilê çand û zimanê wan e jî. Tehemûla vê dewleta monolîtîk bi tu awayî ji zarokên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Suryan, Roman, Laz, Çerkez û zarokên neteweyên din re tune. Dema bixwazin keyfa xwe ji zarokên van milletan re bînin, radibin ewil derzîya asîmîlasyonê li mejîyê van zarokan didin û paşê re jî dixwazin ev zarok eynî wekî wan doza deshilatî û tehekûmîya qatilane bikin! Ev ji xeynî faşîzmê nayê tu wateyê û ev faşîzanî ne xef e û bila her kes baş bizane ku ev faşîzanîyeke fermî ye! Em ê tim û daîm li hemberî vê faşîzanîyê bin!

Dewleta Tirk bi kiryarên xwe hebûna jîyanê înkar dike, rîya heqîqeta azadîyê berovajî dike. Ji ber ku gelê Kurd doza namûs û şerefa xwe dike, ji ber ku gelê Kurd doza çand û zimanê xwe dike, Hikûmeta AKPê çavsor dibe û li pêşberî çavên dinyayê nêzingî 140 sivîlan di binolîyan de dişewitîne û qirr dike. Lê mesele ne tenê qirrkirina bedena wan bû, em baş dizanin ku derdê vê hikûmeta Faşîzan îmhakirina hişên azadîxwaz e, îmhakirina berxwedêrên zimanparêz e. Lê bila hikûmeta AKPê baş bizane ku pêşîyên Kurdan wiha dibêjin: “Dinya ne bi

zorê ye, lê bi dorê ye.” Madem pêşîyên Kurd wiha dibêjin, heta ku hasil giha Mûsilê em ê jî ji berxwedana xwe neyên xwarê.

Eger mirovek bi zimanê xwe neaxêve û nenivîse wê hingê ew mirov layiqê tevzan e. Lê eger mirovek bi zimanê xwe biaxêve û binivîse wê hingê ew mirov rûyê reş ê deshilatîya kapîtalîzmê jî derdixe holê. Xwedîderketina ziman tê wateya parastina dayîk, jin, zarok û azadîyê; ji ber vê yekê ziman di heman demî de dibe şûrê me yê têkoşînê jî. Ev têkoşîn ancax bi berxwedana gelan ve mimkûn e. Çand û zimanên Rojhilata Navîn ên ku di bin zext û zordarîyê de ne, em hemûyan da’wetî vê berxwedana mafdar û da’wetî vê têkoşîna pîroz dikin!

Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanên Zikmakî yên Cîhanê ye û em vê rojê li hemû çand û zimanên berxwedêr pîroz dikin!

Ziman hişê dîrokî yê hemû civak û gelan e.

Em dibêjin: Ziman evîn e, evîn jî welatê azad e.”

M2U00049.MPG_snapshot_00.01_[2016.02.22_17.56.56] M2U00055.MPG_snapshot_02.22_[2016.02.22_17.57.17]

Paylaş

Comments are closed.